'Efrîn hêza berxwedana bê dawî ye'

  • 09:39 24 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Di encama êrîşan de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû zehmetiyan jinên Efrînê li berxwe didin û soza berxwedana Efrînê ya mayinde didin.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hem ji bejayî hem jî ji erdê dewam dike. Di encama êrîşan de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Gelek zarokan jî di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek avahî hat hilweşandin û di nav van avahîna de nexweşxane û dibistan jî hebû. Jinên Efrînê bi zimanekî tund ev êrîşana şermezar kirin û gotin:"Efrîn hêza berxwedana bê dawî ye. Heta ku em berxwe bidin dê Efrîn nekeve."
 
Jina bi navê Behice Nemen êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:"Gelê kurd li hemberî hemû cureyên dagirkeriyê her tim sekiniye û wê heta dawiyê bi hêzeke mezin bisekinin. Bila kes nefikire ku dê Efrîn bikeve ji ber ku Efrîn warê Arîn, Avesta û Arînan in. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û serî netewînin."
 
'Hêza jinê dê rê nede dagirkeran'
 
Jina bi navê Hêva Îbrahîm anî ziman ku hêza jinê dê rê nede dagirkeran û wiha dewam kir:"Efrîn warê şaristaniyê û serhildanê ye, dê kesek nikaribe warê şaristanî û serhildanê dagir bike."
 
'Em ê xwedî li xeyalên şervanên azadiyê derkevin'
 
Jina bi navê Fatma Mîlan jî wiha got:"Mirineke bi rûmet ji jiyaneke bindest çêtir e. Loma em ê heta dawiyê li nirxên xwe yên pîroz û li xeyalên şervanên azadiyê xwedî derkevin."