'Em Şirnexa xwe terk nakin'

  • 09:01 24 Sibat 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê çêkirina avahiyên TOKÎ berdewam dikin û  jinên Şirnexê bertek nîşanî biryara hilweşîna xaniyên saxlem da û gotin: “Em ji ser axa xwe naçin cihekî din. Em dîroka ku hewl didin bidin jibîrkirin, nadin jibîrkirin.”
 
Li Şirnexê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 8 mehan  berdewam kir û di dema qedexeyan de ji sedî  70’ê bajar hat wêrankirin û dîsa jî gel bajarê xwe terk nekir û bi mehan li girên derdorê jiya bûn. Li bajarê ku hilweşîn û çêkirina TOKÎ’yan hîna didome,  li taxên Yeşîlyurt, Bahçelîevler, Gazîpaşa û Dîcleyê ji bo  xaniyên ekîbên girêdayî Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê  rapora saxlem dayê jî biryara hilweşînê da.  Nayê zanîn ku wê hilweşandina 300 xanî kengî pêk bê û jinan got wê heta dawî li dijî hilweşînê têbikoşin.
 
‘Ji ber nêzî taburê ye dixwazin hilweşînin’
 
Asya Galîp a li taxa Gazîpaşa rûdine diyar kir ku di pêvajoya qedexeyê de li cihên cuda mane û wiha pê de çû: “Piştî qedexeyê em hatin xanî hemû wêran kiribûn. Tiştek nemabû. Ewil rapora saxlem dan xaniyê me lê pişt re gotin em hildiweşînin. Piştî çêkirina xaniyên din biqede wê dor bên vana. Ne ji bo saxlembûnê, ji bo nêzî taburê ye dixwazin taxê hilweşînin. Lê em nahêlin xaniyên me hilweşînin.”
 
‘Mirin ji derketinê baştir e’
 
Asyayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dixwazin hemû Kurdistanê bi vî awayî talan bikin û li dijî vê divê em bi hev re têbikoşin û got: “Em dixwazin li Şirnexê bimînin. Pişta Erdogan wê teqez rojekê bişikê. Kî tê bila bê em ê destûrê nedin hilweşînê. Em ê xwe bidin pêş kepçeyan. Mirin ji derketina ji Şirnexê baştir e.”
 
‘Nikarin şopa berxwedanê bidin jibîrkirin’
 
Jineke ku xwe wek ‘Kurdistan’ da nasîn destnîşan kir ku kes nikare bikeve navbera wê û axa wê û wiha got: “Em naxwazin xaniyên me bên hilweşandin. 4 zarokên min ên biçûk hene. Wekî din kesekî min tuneye. Piştî pevçûnan hatim min nikaribû xaniyê xwe tamîr bikim. Me bi alîkarî û piştgiriyê hinek tişt kirin. Ger bên xanî hilweşînin bila bên min û zarokên min çal bikin piştre xanî hilweşînin. Bi mehan li vir her tişt kirin.  Her cureyê polîtîkayê ceribandin. Bi dehan kes qetilkirin. Niha jî tên xaniyê me talan dikin. Nikarin şopa berxwedanê bidin jibîrkirin. Gelê Kurd vê komkujiyê ji bîr neke.”