ROJEVA 24'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 24 Sibat 2018
  • Rojev
*Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Di encama êrîşan de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû zehmetiyan jinên Efrînê li berxwe didin û soza berxwedana Efrînê ya mayinde didin.
 
*Endama Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê Serap Kiliç biryara beratê şermezar kir û got ku di OHAL’ê de tundiya li ser jinê gelek zêde bûye û jin gelek zêde rastî tundiyê tên. BI DÎMEN
 
*Li Şirnexê çêkirina avahiyên TOKÎ berdewam dikin û  jinên Şirnexê bertek nîşanî biryara hilweşîna xaniyên saxlem da û gotin: “Em ji ser axa xwe naçin cihekî din. Em dîroka ku hewl didin bidin jibîrkirin, nadin jibîrkirin.” BI DÎMEN
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Lîmontepe Zeynep Gokçe diyar kir ku taxa wan bi projeyan ji rantê re hatiye vekirin û wiha got: “Cihê soz dane me tuneye, her tişt ji derveyê me ji me veşarî tê kirin. Em naxwazin bêyî me biryar bê girtin.” BI DÎMEN
 
*Meral Bayram li dijî zîhniyeta serdest a mêr li dijî hemû astengiyan sekinî û xeyala xwe pêk anî. BI DÎMEN
 
*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji ber faaliyetên siyasî hat girtin, diyar kir ku xwestin KCD bê krîmînalîzekirin û wiha got: "KCD'ê piştgiriya mezin a gel girtiye û wek kongreyek rewa xebatên xwe meşandiye. Tevî hemû êrîşan wê bidomîne jî."