'Rûsiya û Netewên Yekbûyî li hember aramiya karwanê gelê Bakûrê Sûriyê berpirsiyar in'

  • 18:17 23 Sibat 2018
  • Rojane
TIL TEMIR- Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Malbên Aşûiyan bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
 
Îro bi amadebûna dehan Malbatên Şehîdan Kurd,Ereb û Aşûrî Saziya Malbatên Şehîdan tevî Saziya Malbatên Şehîdên Aşûrîyan daxuyaniyek hevpar dan raya giştî û daxwazkirin ku rêxistinên navnetewî helwesta xwe ji êrîşên Erdogan li ser Efrînê diyar bike. Daxuyanî ji aliyê Mihemed sayîd Şêxmûs ve hat xwednin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"daxuyanî ji bo raya giştî û hêzên ku bi navê aştiyê bang dikin di demekê ku gelê Bakûrê Sûriyê rastî êrîşên herî hovane di dîrokê de tên bi top,tang,balafir û çekên qedexekirî. Gelê me rastî komkujî û qirkirinê tên, li Efrînê ku ev nêzî 35'roj in dewleta tirk bi hemû hovetiya xwe êrîş dike û rastî bêdengiyek cîhanî tê! di vê demê da ku em jî dengê xwe bighînin hemû cîhanê ku em aştîiyê dixwazin û wan fêrî şer û aştiyê bikin duh bi hezaran gelê me bi karwanan berê xwe dan Efrînê, her kes dara zeytûnê û ala aştiyê rahiştiye û ber bi Efîrnê ve diçûn dewelta ev karwanê ji gelê bakûrê Sûriyê bi balafir û tangên xwe hedef girtin. Di nav de şehîd û birîndar jî çêbûn. Em bi tundî vê êrîşa Dewleta tirk şermezar dikin û li hember parastna gel û karwanê hemû cîhan berpirsiyare di serî de jî kooalîsyona Navnetewî,Rûsiya û Netewên Yekbûyî. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: Em dengê xwe ji dêra Suryana re di kesayeta baba ku hemû cîhan li gorî hezkirin û rêzgirtinê nirxandiye bilnid dikin da ku vî şerî bide sekinandin. 
 
Daxuyanî bi diruşmeya, "Bijî Berxwedana Efrînê,bijî karwana gelan a aştîiyê û piştgiriya serdemiyan".