Li Tiltemirê 64 şervanên azadiyê hatin bibîranîn

  • 16:22 23 Sibat 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Saziya Malbatên Şehîdan li Til Temirê 64 şervanên azadiyê ku di 23'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
 
Îro li Saziya Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temir a Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê 64 şervanên azadiyê ku di 23'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn. 
 
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de axaftin hat kirin û di axaftinan de peyama bilindkirina têkoşîna bi hev re hat dayin.
 
Her wiha di merasîmê de di axaftinên hat kirin de hat gotin ku wê tu hêz nikaribe li hember hêza gel û îradeya gelan bisekine, îro li Efrînê destanên ji lehengiyê tên nivîsandin, berxwedaneke bê hempa tê meşandin, gelek dewlet hewl didin ku Efrînê dagir bikin lê şervanên wekî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê nehiştin ku xewn û xeyalên wan pêk werin. 
 
Merasîm bi belavkirina wêneyên Avesta Xabûr, Şiyar Qamişlo, Viyan Soran, Barîn Kobanê û Gelhat Kobanê bi dawî bû.