Têkoşerên azadiyê li Efrînê hatin definkirin

  • 16:06 23 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN-Bi sedan şêniyên herêma Efrînê 12 têkoşerên azadiyê bi merasîmekê defin kirin.
 
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi tevlîbûna hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xswer, Kongireya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD),Tegera Civaka Demokratîk, Meclîsa Malbetên  welatiyên ji herêmên Firat û Cizîrê hatin Efrînê 12 şervanên azadiyê ku 9 jê yên YPG'ê,1 yê HPC'ê  û 2 jî yên YPJ'ê bûn bi merasîmekê ji pêşiya nexweşxaneya Avrînê wergirtin.Girseya ku cenaze wergirt bi dîrûşmên "Şehîd Namrin","Bijî berxwedana Efrînê" ber bi guristana Şehîd Avêsta Xabûr ve ket rê.
 
Piştî ku girse gîhaşt gorisatnaê ji bo şervanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê axafitn hatin kirin. 
Di axafitnên ku hatin kirin de sersaxî ji malbatan şervanên ku jiyana xwe ji det dabûn re hat xwestin û wiha hat gotin: " 35 roj in ku herêma Efrînê berxwedanek bi rumet dide û dewleta tirk li hemberî vê berxwedanê têk diçe. Tevahiya gelên Rojhilata Navîn piştgiriyê dide Efrînê û wê Efrînê bi ser keve." 
 
Merasîm bi dirûşmeya"Şehîd Namrin" û "Bêjî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.