'Em ê her dem di berxwedanê de bin'

  • 14:21 23 Sibat 2018
  • Rojane
Solîn Şengal-Ehlam Hacî
 
ŞENGAL - Jinên ciwan ên Şengalê li bajarokê Xanasorê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocalan meşek li dar xistin û azadiya rêberê xwe xwestin.
 
Jinên ciwan ên Şengalê jî bo azadiya Rêebrê PKK'ê Abdullah Ocalan û êr^îşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de meşeke ghirseyî li dar xistin û berxwedana Efrînê silav kirin.
 
Jinên Ciwan ên Şengalê ku di meşa xwe de bi dirûşmên "Biji berxwedana Efrînê" berxwedana Efrînê silav kirin anîn ziman ku azadiya jinên Ezîdî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan e. 
 
Meşa jinên ciwan bi daxuyenîyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Sûat Kiret ve hat xwedin û wiha hat gotin: "Em wek jinên ciwan ên Şengalê li henberî ti deshilat dar û faşîstan serî natewînin û em ê li berxwe bidin û têkoşîna xwe berdewem bikin, heya ku em dîwarê zîndana Îmraliyê hilweşînin û serokê xwe rizgar bikin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" , "Bê serok jiyan nabe" hat bidawîkirin.