Rewşa tendirustiya dayika Aştiyê her ku diçe xirab dibe
- 12:46 23 Sibat 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Nahîde Ormanli ya ku berî bi 4 mehan ji ber cezayê wê hat erêkirin hat girtin hat ragihandin ku di girtîgehê de her roj tansiyona wê bilind dibe û roj bi roj jî zeîf dibe.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Dayika Endama Meclisa Dayikên Aştiye Nahîde Ormanli (55) ya ku 4 sal û 8 meh ceze bi îdiaya "li ser navê rêxistinê suc kiriye" hat girtin û 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn hat ragihandin ku rewşa tendirûstiya wê roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe. Nahîde ya ku ji 13 zarokên wê 2 zarokên wê di pevçûnên cuda cuda de ku derketin jiyana xwe ji dest dan 2 ji wan jî niha di girtîgehê de ne, piştî ku cezayê wê ji aliyê daraza bilind ve hat erêkirin di 31 cotmeha 2017'an de hatibû girtin û ew şandibûn Gitîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
Nahîde ya ku divê 10 mehên din jî di girtîgehê de bê girtin hat aşkerakirin ku ji ber şert û mercên xirab ên di girtîgehê de her roj tansiyona wê bilind dibe û şekirê wê jî zêde bûye. Xizmên Nahîde ên ku di rojên borî de ji bo hevdîtina wê çûn girtîehê, diyar kirin ku Nahîde di qawîşa 4 kes tê de ne dimîne. Hat aşkerakirin ku Nahîde ya pirsgirêkên tendirustiyê dijî roj bi roj zeîf dibe.








