Azîzeya ku ji werzîşê gelek hez dikir ji taxim hat avêtin

  • 11:47 23 Sibat 2018
  •  
DİYARBAKIR -Azîze Ay a ku ji zarokatiya xwe de gelek ji futbolê hez dike lê derfeta wê ya ku tune bûye bilîze, piştî 48 salan ev xeyala xwe bi cih anî. Azîze piştî ku li Diyarbekirsporê dest bi futbolê kir piştî 2 salan ji tîmê hat derxistin.
 
Azîzeya ku ji zarokatiya xwe ji futbolê hez dikir piştî 48 saliya xwe şûnde xeyalên xwe pêk anî û di Diyarbakirsporê de dest bi fûtbolê kir. Lê Azîzeyê du sal şûnde ji taxim hat avêtin. 
 
Azîze (50) bi hezkirina xwe ya futbolê bû mijara nûçeyan. Azîzeya ku dibêje ez hezkiriyeke mezin a futbolê bûm ji ber ku xeyalên wê nîvco ma gazinan dike. 
 
'Ji ber ku min roportaj da ez hatim avêtin'
 
Azîzeyê anî ziman ku ji ber roportajê ew ji taxim derxistine. Azîze wiha got:"Ez di îdmanan de gelek baş dixebitîm. Qenalek TV'yê xwest ku bi min re roportajê bike. Min jî ji antrenor got û wan jî erê kir. Piştî ku min roportaj da, Serokê Diyarbakirsporê Îhsan Yapici got 'Ev ne cihê şovê ye' .  Xwestin ji bilî futbolê ez peywireke din bigirim lê min qebûl nekir."
 
'Ez naxwazim dev ji fûtbolê berdim'
 
Azîzeyê got ez naxwazim dev ji futbolê berdim û wiha pê de çû:"Ew peywira kalevaniyê jî bidin min ez ê qebûl bikim. Ev sê meh in ku ji futbolê dûr im lê futbol teşeya min a jiyanê bû. Taqimê Futbolê yê Jina yê Amedsporê heye ku ew daxwaz bikin ez ê qebûl bikim. Ji bo antrenoriyê jî min belgeyên xwe temam kir. Di dawiya jiyana xwe ya futbolê de ez dixwazim antrenoriyê bikim."
 
Ji bo ku em hîn bibin ka ji bo ji Azîze Ay ji taqim hatiye avêtin em li Serokê Diyarbakirspor Îhsan Yapici geriya lê bersiv neda telefona me.