OHAL, şer, yekreng: Li girtîgehan her roj zext zêdetir dibe

  • 09:04 23 Sibat 2018
  • Rojane
Melike Aydın
 
ÎZMÎR - Berdevka  Însyatîfa Piştgiriya bi Zindanan a Îzmîrê Selma Altan, binpêkirina mafan a li girtîgehên Egeyê rave kir. Selmayê anî ziman ku bi êrîşên Efrînê re êrîş zêdetir bû û got liferzkirina "cilên yekreng" a li ser girtiyan wekî îşkenceyê ye. 
 
Berdevka  Însyatîfa Piştgiriya bi Zindanan a Îzmîrê Selma Altan diyar kir ku bi KHK'yên hukumeta AKP'ê derxist û bi polîtîqayên şer li girtîgehan zext zêde bûne. Selmayê derbarê encamên muafgirtina sîvîlan a ji cezayê û "cilên yekreng" axivî.  
 
'Daraz bû sopeyê dîktatoriyê'
 
Selmayê anî ziman ku vesazkirina muafgirtina sîvîlan a ji cezayê pêşî li pêkanîna faşîzmê ya li kuçeyan vedike. Bi vî awayî darazê dikin sopeyê dîktatoriyê.
 
'Kesên ku li dijî cilên yekreng serî hildidin îşkence li wan tê kirin'
 
Selmayê anî ziman ku pêkanîna "Cilên yekreng" bi behaneya FETO'yê li Kurdan tê ferzkirin. Gelek girtiyên ku hîn sûcên wan nehatiye ispatkirin bi bê pêkanîna "cilên yekreng" rûmeta wan tê şikandin. Kesên ku li dijî vê yekê serî hildidin gef li wan tê xwarin û anî ziman ku li girtîgehên ku kapasiteya wê 180 ye derketiye 230 kesan. 
 
'Piştî êrîşên li ser Efrînê zext zêde bûn'
 
Selmayê anî ziman ku piştî êrîşên Efrînê zext zêde bûn û li girtîgehên Egeyê tecrîd zêde dibe. Selmayê da zanîn ku her roj girtî sirgun dibin, lêgerîna tazî tê ferzkirin, nîvê şevê bi zextan girtî tên tehrîkkirin, kesên ku li dijî zextan derdikevin tên îşkencekirin. Selmayê ragihand ku dayina pirtûkan sînordar kirine, li Girtîgeha Menemenê qet pirtûk nayê dayin û xeynî Kuranê pirtûk nayê dayin.
 
'Dîcleya ku roviyê wê li derveye nayê emeliyatkirin'
 
Selmayê anî ziman ku li Girtîgeha Tipa R a Menemenê girtî sevkên xwe red dikin û serî hildidin, girtî nayên tedawîkirin, her roj ji serê sibehê heta êvarî bi dengê bilind radyo bi wan tê gundarîkirin û bi vê yekê îşkence li wan tê kirin. Her wiha Selmayê anî zimanku Ergîn Aktaş ê ku destên wî tuneye kirine hucreya yek kesî û ji ber ku nikare xwe bişo bi nexweşiya mantarê ketiye. Di heman demê de paçik nadin Ahmet Hemî yê ku ji navê berjêr de felc e û sewqî navendên tedawî yê derve jî nayê kirin. Di heman demê de ji Ahmet ê ku bi Tirkî nizane daxwaznameya bi Tirkî tê xwestin. Selmayê ragihand ku Dicle Bozan a ku ji Xarpitê hatiye sirgunkirin û lingekî wê jêkirî û roviyên wê li derve ne divê emeliyat bibe lê nayê emeliyatkirin.
 
'Daxwaza Yusuf Bulut a sewqê nayê qebûlkirin'
 
Selmayê anî ziman ku Yusuf Bulut ê ku li Girtîgeha Tipa R a Menemenê ye daxwaza wî ya sewqê hatiye betalkirin û pirtûkên wî ji destên wî girtine, heta rojnameyê nadin û piştî hevdîtaina parêzeran bi ser koguşên wan de girtine. 
 
'Ji hevgirtinê wêdetir çareserî tuneye'
 
Selmayê da zanîn ku armanca zextan çewisandine û got ji hevgirtinê wêdetir çareseriya me tuneye.