Zarokan bi çêkirina wêneyan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
- 18:02 22 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Rêzeçalekiyên Kongra Starê bi çêkirina wêneyan a bi alîkariya Kevana Zêrîn didome. Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê zarokan wêneyên zarokên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan çêkirin. Her wiha wêneyên berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane hat xêzkirin.
Rêzeçalekiyên Kongra Starê bi çêkirina wêneyan a bi alîkariya Kevana Zêrîn didome. Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê zarokan wêneyên zarokên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan hat çêkirin. Her wiha wêneyên berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane hat xêzkirin.
Cîgira Desteya Ciwanan Nesrîn Eloş derbarê çalakiyan û êrîşên li ser Efrînê axivî û wiha got:" Bi rihê şoreşgeriya mirovahiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi rihê Avesta Xabûran têkoşîna rûmetê bimeşînin. Em ê berxwe bidin û bi ser bikevin."
Her wiha zarokan xwepêşndana kareteyê li dar xistin.
Di berdewamiya çalekiyê de sinevizyona li ser jiyana Avesta Xabûr hatibû amedekirin hat temaşekirin.








