Gelê Ereb ji bo Efrînê meşiya
- 17:52 22 Sibat 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Gelê Ereb bi dirûşma "Wê Efrîn bi wekheviya gelan bi ser keve" êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi meşekê şermezar kirin.
Li bajarokê Tilkoçerê yê girêdayî Girkêlegê bi pêşengtiya TEV-DEM'ê û bi tevlîbûna sedan ji welatiyên pêkhateya Ereb ên bajarokê Tilkoçerê û sazî û rêxistinên wê ji bo silavkirina berxwedana serdemê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, meşek li dar xistin.
Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin hildan. Meş ji pêşiya Şaredariya bajarok dest pê kir û li nav bazara bajêr rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hat kirin. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Newaf Alxedhan axivî.
Her wiha li ser navê Kongra Star Ferha Alxêl axivî û wiha got: "Em wekî gelê Ereb êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîna berxwedanê şermezar dikin. Îro ji bo ku projeyên gelan ên demokrasiyê bi ser nekeve êrîşî Efrînê dikin lê her çiqas êrîşan bike nikare îradeya gelan a eşqa azadiyê têk bibe."
Meş bi dirûşmên"Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.








