Ji bo piştgiriya Efrînê li Serêkaniyê pêşangeh hat lidarxistin
- 17:27 22 Sibat 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Yekîtiya Rewşenbîran a Şaxê Serêkaniyê bi dirûşma "Bêdengiya Cîhanê" ji bo piştgiriya Efrînê pêşangeh li dar xist.
Yekîtiya Rewşenbîran a Şaxê Serêkaniyê bi dirûşma "Bêdengiya Cîhanê" ji bo piştgiriya Efrînê pêşangeh li dar xist. Di pêşengehê de 20 wêneyên sivîlên Efrînê ku bi êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hatin pêşandan.
Li pêşengehê Hevseroka Navenda Rewşenbîra Enahîta Sîno axivî û wiha got: "Ev pêşengeha wêneyan ji bo sivîlên Efrînê di bin dirûşmeya "Bêdengiya cîhanê" de hate lidarxistin. Komkujiyên ku li Efrînê tê kirin, her kes li hember bêdeng e. Saziyên mafê mirovan û saziyên mafê zarok û jinan çavê xwe li ber van êrîşan digirin. Me jî bi vê pêşengehê xwest ku em dengê xwe bighînin cîhanê bi riya van wêneyan. Dewleta Tirkiye her tiştî hedef digire lê em ê berxwe bidin û nahêlin axa me dagir bikin."
Her wiha ev pêşengeh wê li hemû bajarên herêma Cizîrê bê pêşandan.








