Li Til Temirê zarokan belgenameyên xwe girtin

  • 17:19 22 Sibat 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Li Teltemirê zarokên li dibistana Museb Ibn Umêr belgenameyên xwe girtin.
 
Li Herêma Cizîrê piştî ku zarokên dibistanên amadeyî xwendina xwe ya nîvê ya salê qedandin, belgenameyên xwe girtin. Li Til Temirê jî li dibistana Museb Ibn Umêr a amadeyî  zarokan belgenameyên xwe girtin.
 
Mamosteya ziman Hêvîdar Mihemed derbarê belavkirina belgenameyên zarokan de wiha got: "Em îro wekî mamoste karnemeyên zarokan li wan belav dikin û kelecana wan parve dikin. Piştî me qonaxa yekem bi serkeftî derbas kir em ê dest bi qonaxa duyem a xwendinê bikin. Xwendekaran bi kêfxweşî û heyecaneke pir mezin belgenameyê xwe girtin. Zarok pir kêfxweş in ji ber ku belgenameyên xwe yên bi zimanê dayikê girtin."