Hevseroka navçeya Dortyolê ya HDP'ê hat binçavkirin
- 13:20 22 Sibat 2018
- Rojane
HATAY - Hevseroka HDP'ê ya navçeya Dortyolê Naziha Vural ü 6 kesên din bi îdiaya derbarê wan de "Îxbar" heye hatin binçavkirin.
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê serê vê sibehê polîsan bi ser hin malan de girt. Piştî lêgerîna li malan bi hinceta "Îxbaré heye Hevseroka Navçeya Dortyolê ya Partiya demokratîk a Gelan (HDP) Nazîha Vural û hevjînê wê Yilmaz Vural, hevserokê HDP'ê yê navçeya Dortyolê yê berê Halîl Baybarîz, Yasîn Alî yê Kobanêyî, Îbrahîn Dervîş û kesekî din ê ji Kobanê ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 6 kesên ku hatin binçavkirin birin Emniyeta Navçeyê ya Dortyolê.








