Parêzarên Abdullah Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan

  • 12:11 22 Sibat 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran 733 caran serî li serdozgeriyê dane.
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Raziye Turgut, ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdanê, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzeran 733 car in ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê dan.
 
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de ve heta niha 732 carin bi hincetên “Rewşa hewayê nebaş e”, “Keştî xerabe ye”, “Koster di tamîrê deye” û “OHAL” hatin redkirin.