Jinên Efrînê: Em ê bi vîna xwe ya azad berxwedana xwe bidomînin

  • 11:59 22 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ket roja 34'an. Derbarê êrîşên ser Efrînê de jinên Efrînê anîn ziman ku ew ê bi vîna azad û bi hêz berxwedana xwe bidomînin û axa xwe biparêzin. 
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ket roja 34'an. Di encama êrîşan de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan gelek sîvîl jî birîndar bûn. Her wiha texrîbata li ser bajêr jî bi awayekî berfireh derket holê. Yek ji nav navçeyên ku texrîbat lê hatiye kirin navçeya Şiyê ya Efrînê ye. Li Şiyê fabrîqaya zeytûnan hedef hat girtin, gelek avahî hat hilweşandin, goristan hatin texrîpkirin. Jinên Şiyê derbarê êrîşan de bertek nîşan dan û peyama piştgiriya berxwedana Efrînê dan. 
 
Jina bi navê Emniye Mihemed diyar kir ku ew axa xwe terk nakin û wiha got:"Berxwedana Efrînê mînaka berxwedana ji bo hêviyên azad e. Em ê jî ji bo hêviyên xwe yên azad heta dawî berxwe bidin."
 
Jina bi navê Asya Mihemed Nehsan jî derbarê êrîşên li ser Efrînê wiha got: "Li gel hemû zehmetiyan em dev ji berxwedana xwe û axa xwe bernadin."
 
Zarokê bi navê Mehmet Daxli yê ji navçeya Şiyê jî hestên xwe wiha anî ziman:" Em ji ser axa xwe naçin û em axa xwe ji dijminan re bernadin. Em ji balafirên Erdogan natirsin û ji  top û tangên wî jî. Çiqas êrişê Efrînê bike jî bi me nikare. Em weke zarok dibêjin ku em ji wan natirsin."
 
Jina bi navê Yusra Henan a ji navçeya Şiyê jî derbarê êrişên dewleta tirk wiha axivî:" Em tu carî li dijî lîstikên neyaran serî natewînin û em ê li axa xwe xwedî derkevin."
 
Jina bi navê Fatma Bîlal jî wiha got:" Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Axa me rûmeta me ye, em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Berxwedan jiyan e."
 
Dayika bi navê Kelsûm îbrahim jî wiha got: " Dê kesên ku êrîşî Efrînê dikin têk biçin. Çimkî Efrîn bi rûmet û têkoşînek giranbiha tê parastin."
 
Arîfe Xelîl Hebeş jî wiha got:" Em ê li ser rêya şervanên azadiyê têkoşîna xwe bidomînin û xwedî li axa xwe derkevin."
 
Her wiha Heyat Bexdadî jî hestên xwe yên derbarê êrîşên li ser Efrînê de wiha anî ziman:" Em êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar dikin û tu caran napejirînin. Ew hem êrişî gel hem jî êrîşî malên gel dikin. Yên ku êrîşî Efrînê dikin, mirîşkên wan didizin û zirarê didin sîvîlan. Lê em li dijî vê yekê tu carî serî natewînin."