Ji bo hilweşandina kevirên goristanê emniyetê dem da!
- 10:04 22 Sibat 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku ji bo hilweşandina 32 goristanên aîdî şervanên HPG, YJA Star, YPS'ê û li ser nivîsa wekî "şehîd" dinivîse û al li ser in, Muduriyeta Emniyeta Qoserê ji şaredariyê re nivîs şandiye. Her wiha ji bo vê dem dane malbatan.
Hat zanîn ku ji bo hilweşandina goristanên li navçeya Qoserê ya Amedê Muduriyeta Emniyeta Navçeyê ji şaredariyê re nivîs şandiye. Li gor nivîsa ku ji şaredariyê re hatiye şandin divê kevirên ku li ser nivîsên "şehîd" hatine nivîsandin û "al" li ser hene divê bê şikandin û li dewsa wê kevirên nû bê dayin. Piştî talîmatê kepçe şandin goristanê.
Polîsan gef li malbatan xwarin
Hat hînbûn ku polîsên do li Goristana Mezopotamyayê gef li malbatan xwarine û gotine:"Van kevirana biguherin, hûn neguherin em ê biguherin."
Welatiyan jî bertek nîşanî polîsan dan û gotin:"Hew tenê ev mabû, weyê ev yek jî bianiya serê me? Ne em diguherin ne jî em dihêlin hûn biguherin."








