Destîna Kobanê berxwedana Serdemê nirxand!
- 09:09 22 Sibat 2018
- Rojane
Ferîde Zede
EFRÎN - Fermandara YPJ'ê Destîna Kobanê berxwedana serdemê nirxand û bal kişand ser bêmînakiya berxwedana serdemê.
Berxwedana Efrînê, tevî hemû dijwariyan jî bi hemû bîr û baweriya xwe ya xurt di roja 34'emîn de didome û şervanên jin jî dive berxwedanê de cihê xwe di eniya pêş de digrin û pêşengtiya berxwedana Serdemê dikin. Ji fermandara YPJ'ê Destîna Kobanê li ser berxwedana şervanan, polîtîkaya dewleta tirk û bikaranîna çeteyan nirxandinên girîng kir.
'Lawaziya wan dibe sedema binpêkirinên mafan'
Şervana Yekineyên Prastina Jin (YPJ) Destîna Kobanê li ser Berxwedana Serdemê nirxandinên xwe yên girîng kir û ev tişt got: "Di ti dîrokan de berxwedaneke wiha mezin nehatiye meşandin. Ji ber ku hemû hêzên xwînmij û teror kom bûne li ser civaka xwezayî, neteweyî û civaka gelan şer dikin. Berxwdana ku niha li Herêma Efrînê tê meşandin em dikarin bêjin ku ti mînaka wê di cîhanê de nehatiye dîtin. Ji ber ku di nav vê berxwedaniyê de ereb, sûryan, aşûr, turkmen jî li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke mezin didin. Di nava şerê Bakûrê Sûriyê de hatiye isbatkirin ku wekheviya gelan mijareke misogere e. Civakekê ku bi rengê xwe dixwaze bijî û rê nade dagirkeriyê û desthilatdariyê ku di nava welatê wê de bê kirin e. Her wiha temsîla wê berxwedana Serdemê ye. Şerê ku niha tê meşandin bi hemû teknîkên qedexe ji aliyê dewleta tirk ve li ser sivîlên herêma Efrînê tê bikaranîn."
Xeyala împaratoriya Erdogan!
Destîna yê bal kişan ser dagirkeriya dewleta tirk û xeyalên Erdogan û wiha got: "Dewleta tirk ji roja destpêkê dagirkeriya xwe ya li ser Rojhilata Navîn dimeşîne. Em dibêjin ku ew ê ji Kurdan axa wan bistînin. Dewleta tirk ji bo ku dagirkeriya xwe rewa bike olê isşamê bi kar tîne ku ev ji rêbaza DAÎŞ'ê bi xwe ye. Ji ber vê yekê jî divê ku hêzên navneteweyî ji bo gelên ku li pey heqîqetê ne û dixwazin li ser axa xwe bijîn êdî vê rastiyê."
Zarokên biçûk jî di nav berxwedanê de ne
Destîna di berdewamiya axavtina xwe de wiha pêde çû: "Berxwedana ku îro şervanên YPG, YPJ û QSD’ê li herêma Efrînê didin meşandin bi alîkariya gelê Efrînê yê berxwedêr ê bêhempa ye. Ewqas teknîk û çekên giran li ser Herêma Efrînê tên bikarnîn, lê gel dibêje ku ew dev ji axa xwe bernadin. Mînak jineke ciwan dibêje ku dewleta tirk nikare axa me dagir bike û em ê dewleta tirk têk bibin. Zarokek dibêje ku Erdogan zarokan dikuje lê em ê berxwedana xwe berdewam bikin."
jin û ciwan dîsa pêşengên berxwedanê ne!
Destîna derbarê berxwedana Serdemê de bal kişand ser berxwedana jinan û wiha got: "Di berxwedana serdemê de jin bûn xwedî felsefeyeke berxwedêr û di tekoşîna azadiyê de pêşengtiyê dikin. Ciwan jî çeka xwe digrin û li hemberî top û balafirên dewleta tirk şer dikin û dijmin paş ve dixin. Bi berxwedanê hatiye isbatkirin ku di kesayeta Şehîd Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û Viyan de gelek hevalên mîna wan hene. Van hevalên jin ên şehîd xwe di dîrokê de isbat kirin û nayên jibîrkirin. Ew heval tevî kerwanên heqîqetê bûn. ji bo vê yekê hêzên YPG, YPJ û QSD’ê xwedî berxwedaneke mezin in. Ev 34 rojin ku li herêma Efrînê dixin, lê hêz, berxwedan û moralê heyî serkeftina Efrînê isbat dike. bi saya berxwedana gel, jin,ciwan û zarokan şervanên YPG, YPJ û QSD’ê dewleta tirk têk dibe."
Bangewaziya YPJ'ê ji bo hesap pirsînê
Destîna di dawiya axavtina xwe de wiha got: "Em wek yekîneyên Parastina gel û jin banga me ji her kesî ku hesabên giran ji hêzên dagirker dewleta tirk û çeteyên wê bigre. Ez dixwazim ku ji çeteyan re ji tiştekî bibêjim, ew mirovên vê axê ne yên welatê Sûriyeyê ne, îro diçin xwe ji bo Erdogan didin kûştin. Tu qîmeta wan li gel Erdogan tune ye heyanî cenazeyên wan bi rojan li Erdan dimîn û an jî wan dişewitînin. Divê ku ev çete jî hişyar bin. Bila werin xwe teslîmî gelên xwe bikin û xwe bidin efûkirin û tevî berxwedanê bibin."








