Jin bi berxwedana xwe Şêxmeqsûd û Efrînê diparêzin!

  • 09:07 22 Sibat 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Jinên pêkhateyên Ereb ên Bajarê Helebê êrîşên dewlata tirk ên li ser Êrîşa şermezar kirin û bi yek dengî gotin, ”Çawa Sêxmeqsûd bi berxwedana jinê bi ser ket, Efrîn jî wê bi rihê Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê  bi ser keve.”
 
Derbarê meşa girseyî a şandeya Bajarê Helebê û Oldarên Bakûrê Sûriyê de, jinên pêkhateyên ereb nêrînên xwe vegotin û anîn ziman ku  êrîşên li ser Efrînê li ser tevahî gelanin û wiha berdewam kirin”:Gelê Efrînê yê berxwedêr ne bi tenê ye, em ê weke pêkhateyên Ereb heta dawiyê em ê li gel wan mil bi mil li ber xwe bidin.”
 
'Gelê helebê ji bo me moral e'
 
Welatiya bi navê  Heyat Sequr a ji pêkhateya Ereb ku li Navçeya Şêra bi cih bûye  nêrînên xwe anîn ziman û wiha got:”îro em û gelê navçeya şera bi riheki berxwedêr û moralekî mezin li hev kombûne ji bo pêşwaziya welatiyên  ji bajarê Helebê û Oldarên Bakûrê Sûriyê tên bikin. Yekbûna Gelê Rojhilata Navîn ji gelê Efrînê re îrade û moralekî mezin e.” Heyat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna şervanên YPG-YPJ’ê û gelê herêmê nehêle ku Efrînê bê dagirkirin.
 
‘Êrişa li ser Efrînê êrişa li ser sûriyeyê ye’
 
jina bi navê Fatmê Xemîs jî axivî û wiha got: “ji bo ku em piştigiriyê bidin gelê me yê li Efrînê, îro bi sedan gelê kurd,ereb,tirkmen,mesîh  berê xwe dan Efrîna berxwedêr. Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku gelê Efrînê  ne bi tenê ye û êrîşên ku li ser Efrînê pêk tên li ser tevahî gelê sûriyê ne. Heta dilopa xwîna me  ya dawiyê, em ê li rex gelê kurd bin. Erdogan wê li hemberi berxwedana gelê kurd û ereb her tim têk biçe.”
 
Jina bi navê Widat Ehmed jî wiha got:”Em wek jinên ereb li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin perwerdekirin. Rêberê ku ji bo azadiya jinê canê xwe feda kir,em ê  jî soz bidinê ku heta dawiyê yek dest bin û nehêlin ku dewleta tirk a dagirker axa sûriyeyê ji xwe re dagir bike û çawa taxa Sêxmeqsud bi tekoşîna jinê bi se rket Efrîn jî wê bi berxwedana jinê bi ser keve.”
 
Di heman demê de Xedîce Eloş jî anî zima ku pêştigiriya gelê Helebê wê ji Erdogan re  bide nişan ku hovîtiya wî tu caran hêz  û îradeya  gelê kurd û ereb naşkîne,heta dawiyê ew ê pitgiriyê bidin gelê kurd.