Sibe jinên herêma Cizîr û Firatê berê xwe didin Efrînê
- 15:17 21 Sibat 2018
- Rojane
lham Eloso
KOBANÊ- Jinên herêma Cizîr û Firatê bi armanca piştgiriyê bidin gelê Efrînê, sibe diçin Efrînê.
Berxwedana Efrînê di roja 33'an de berdewam dike. Jinên herêma Firat û Cizîrê xwe amade dikin ku sibe derbasî Efrînê bibin û piştgiriya jin û zarokên Efrînê bikin. Derbarê çûyîna koma duyemîn a ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, jinên Kobanê hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku çi ji bo serkeftina Efrînê bikeve ser milên wan, ew amede ne.
Dayîka bi navê Semîra Ehmed a ku wê sibe berê xwe bide Efrînê hestên xwe yên çûyînê wiha anîn ziman: "Efrînê kelha berxwedanê ye, berxwedana Efrînê wê herî bilind û serkeftî derbas bibe. Em weke dayik em ê derbasî Efrînê bibin û piştgiriya gelê xwe bikin. Em ê 8 rojan li Efrînê bin, çi bikeve ser milên em ê ji bo gelê Efrînê bikin. Çawa ku Kobanê li hemberi çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da, îro gelê Efrînê jî li hember dewleta faşîst li ber xwe dide.
Her wiha Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şanaz Elî jî wiha got: "Armanca tevlîbûna me ji bo çûna Efrînê ew e ku em moral bidin gelê xwe yê Efrînê. Ji ber ku em jin û dayik êşên hev his dikin. Ji bo vê jî em jin dest didin hev û berê xwe didin Efrînê."
'Axa me rûmeta me ye'
Rewşen Hacim jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û wiha got: "Em ê ji dijminê mirovahiyê dijminê gelê kurd re îsbat bikin ku gelê Efrînê ne bi tenê ye. Dema ku êrîş bi ser Kobanê de hat, gel ket seferberiyê û piştgiriya gelê Kobanê kir. Em jî îro wek dayikên Kobanê dikevin nava tevgerê û em ê ji cîhanê re îsbat bikin ku Efrîn Kobanêya duyemîn e. Her ciqas êrîşî me bikin jî em ê li ber xwe bidin û em ê bi serkevin."








