Di encama topebarana dewleta tirk de 8 sivîl birîndar bûn
- 11:54 21 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Duh di saetên dereng ên şevê de careke din artêşa tirk navenda bajarê Efrînê bombebaran kir û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.
Duh di encama bombebarana dewleta tirk a li ser taxa Tirindê ya Navçeya Eşrefiyê ku di saetên dereng ên şevê de pêk hat, 8 sivîl birîndar bûn.
Di encama bombebarana dewleta tirk ku hat kirin de kesên ku hatin birîdarkirin navê wan wiha ye: Rexed Fewaz El- Ebdo 8 salî, Umer Fewaz El- Ebdo 10 Sali, Ewaş Mustefa El- Casim 35 salî, Fewaz El- Ebdo 41 salî, Ebdu El rehman Fewaz El- Ebdo 10 salî, Cuma Fewaz El- Ebdo 14 salî, Elî Silêman Xocê 43 salî û Umer Xelef El- Hesen yê 30 salî birîndar bûn.
Herwiha li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin hat aşkerakirin ku di encamê de gek zerara madî ji hatiye kirin








