Rêveberiyên herêmî yên DBP'ê wê xewe birêxistin bikin

  • 09:35 21 Sibat 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama PMA'a DBP'ê Halîde Turkoglu  encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê ya meha borî pêk hat nirxand û diyar kir ku alternatîfên di konferansê de hatine nîqaşkirin wê xurtir bikin.
 
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê di 30-31'ê Çilede bi şîara 'li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê' û 'Li dijî faşîzmê jin berxwe didin' pêk hat. Endama DBP PM'ê Halîde Turkgolu encamnameya konferansê nirxand û diyar kir ku di konferansê de êrîşên li hemberî Efrînê û bandora êrîşan a li ser jin û zarokan nîqaş kirine.
 
'Bi êrîşên li dijî jinê destpêkirin'
 
Halîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de got berê jî konferans pêk anîne û wê demê hîna qeyûm nehatibûn tayînkirin û got: "Me polîtîkayên jinan nîqaş kir û mijara divê polîtîkaya jinê a bajar çawa be derket holê. Îro li Tirkiyeyê rêveberiya teng mijara gotinê ye.  Ji îlon a2016'an heta niha  qeyûm tayînê 92 şaredariyan bû.  Bi êrîşên li dijî jinê dest pê kirin. Girtina hevserokan, girtina navendên jinan dîsa nîşan da ku jin hedef hatine girtin.
 
'Rojeva sereke êrîşên li hember Efrînê bûn'
 
Halîdeyê bi lêv kir ku armanca konferansê ev bû şaredariyên hatine xespkirin di rojevê de bê hiştin û got di konferansê de çanda 'xespê' wek faşîzmê girtine dest. Halîdeyê her wiha diyar kir ku mijara wan ya sereke ya di konferansê de êrîşên dagirkirinê ya li dijî Efrînê bûye.
 
Halîdeyê anî ziman ku di konferansê de cihên ku dikare bibe alternatîfa komele û saziyê hatine girtin jî nîqaş kirine û got: "Di rojên borî de Platforma Jinan a Dîcle Amed hat îlankirin. Dema rojeva jinê bê dest girtin divê bê zanîn ku şîdet ji ku tê.  Mînak jinek aştiyê dixwaze tê terorîzekirin û ev jî şîdetê xwedî dike."
 
Halîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi KHK'a dawî hatiye derxistin, re ligel ferzkirina pêkanîna 'cilên yek reng', xalek din heye û ev jî komeleyan vedike û mirovan dike xwedî çek.  Halîdeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her wiha di konferansê de biryar girtine ku ji bo gel xwe tenê hîs nekin wê tora rêxistinbûn û hişmendîkirinê ava bikin.