Xanî hilweşandin û kirin mala şînê
- 09:28 21 Sibat 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Zeynep Satmaz a li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve mala wê hat hilweşandin û kirin mala şînê, diyar kir ku li şûna xaniyên hatine xerakirin TOKÎ hatine çêkirin lê ji gorê ne cudatir e û wiha got: "Xaniyê me ji me hatin girtin. Xaniyê me yê 7 daîre hebû. Em bi zarokên xwe re lê diman. Lê niha em di kirê de ne. Em li mafê xwe digerin. Bila mafê me bidin me."
Li Şirnexê di navbera 14'ê Adar û 14'ê Mijdara 2016'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û piştî qedexê tax hatin tunekirin û li aliyê din jî çêkirina TOKÎ'yan didome. Li taxên Yeşîlyurt, Bahçelîevler, Gaşîpaşa û Dîcleyê bi sedan xanî bi talîmata walîtî û wezareta bajarvanî û hawirdorê ve hatin hilweşandin. Daxwaznameyên malbatên xaniyê wan hatin hilweşandin û mexdur bûn jî nayê qebûlkirin.
Xanî hilweşandin û kirin mala şînê
Zeynep Satmazê diyar kir ku li şûna mala wê mala şînê tê çêkirin û got ev nayê qebûlkirin û got: "Ji ber êrîşên hatin jiyîn em neçar man derkevin. Em 9 mehan li Sêrtê man. Em 9 meh şûnde vegeriyan û taxa me wêran kiribûn. Me der barê mijarê de daxwazname da Walîtiya Şirnexê û Wezareta Bajarvanî û Derdorê. Lê bi tu awayî bersiv nedan. Me. Dixwazin em vê rewşê qebûl bikin û bikevin TOKÎ'yan."
Zeynebê bi lêv kir ku bi hezaran kes hatine mexdurkirin û got çi dibe bila bibe wê axa xwe terk nekin û got li şûna zilmê bila alîkariyê bidin wan. Zeynebê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew vê zilmê qebûl nakin û wê heta dawiyê têbikoşin û mafên xwe bigirin.








