Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî: Berxwedana zimanekî

  • 09:22 21 Sibat 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Li Tirkiyeyê ku bi mîlyonan ji gelên cuda yên wekê kurd, laz, ermenî, boşnak, gurcî, çerkez, pomak, arnavut, hemşîn, rûm, suryanî, asurî, ereb, roman dijîn, zimanê kurdî jî têde bi dehan ziman bi awayekî fermî nayên nasîn û mafê perwerdeyê ya bi zimanê dayikê jî tê astengkirin. Yek ji van zimanan kurdî ku rastî asîmîlasyonê tê, zextên V û K yên li ser didomin.
 
Ji aliyê UNESCO (Rêxistina Çand, Huner û Perwerdê ya Netewên Yekbûyî)  ve di 21'ê Sibata 1999'an de Roja Zimanê Dayikê hat îlankirin û her sal li gelek welatan bi bernameyên cuda tên pîrozkirin.  Di 21'ê Sibatê de li gelek weltan bi armanca zimanê dayikê bê jiyîn bername tên bikaranîn û baldikşînin ser zimanên li ber tunebûnê ne. Li gorî daneyên UNESCO'yê li cîhanê  2 hezar û 500 ziman û li Tirkiyeyê jî 18 ziman bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne.
 
Abdullah Ocalan: Civaka gihiştiye ziman, xwedî hinceta herî xurt a jiyanê ye
 
Der barê ziman de ku lihevhatina navbera mirovan pêk tîne, gelek venasîn tên kirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî  diyar dike ku têgeha ziman û çandê girêdayê hev û esasa sekere ya çandê ye û ziman wek çandê vedibêje. Abdullah Ocalan ziman wek qezenca civakî ya fikr û raman, ahlaqî û zîhniyetê dide nasîn û destnîşan dike ku civaka gihiştiye ziman, xwedî hinceta herî xurt a jiyanê ye. Her wiha Abdullah Ocalan di gelek parêznameyên xwe de balê dikişîne ser girîngiya zimanê dayikê.
 
Li şûna 'W û X', 'V û K'
 
Zimanê ku paşerojek wê ya dîrokî heye û çalakiyeke çandî ya nifş bi nifş hatiye roja îro, li welatên wek Tirkiyeyê ji ber  polîtîkayên hişk û yekparêz tê tunekirin an jî rastî asîmîlasyonê tê. Zimanên ku fermîn nayên qebûlkirin, axaftina wê jî tê qedexekirin û di nava demê de tune dibe. -Li Tirkiyeyê ku bi mîlyonan ji gelên cuda yên wekê Kurd, Laz, Ermenî, Boşnak, Gurcî, Çerkez, Pomak, Arnavut, Hemşîn, Rûm, Suryanî, Asurî, Ereb, Roman dijîn, zimanê Kurdî jî têde bi dehan ziman bi awayekî fermî nayên nasîn û mafê perwerdê ya bi zimanê dayikê jî tê astengkirin. Yek ji van zimanan Kurdî ku rastî asîmîlasyonê tê, zextên V û K yên li ser didome. Ji bo axaftina Kurdî, ji aliyê tevgera azadiya Kurd ve têkoşîn hatin dayîn û encama wê de dewletê li dibistanan kurdî wek 'dersa hilbijarte'  bi cih kir lê di qanûnan de di alî pêkanînê de hîna pirsgirêkên cidî tên jiyîn.   Di navên Kurdî bi hinceta 'X,Q û W' heye rastî  tê gotin ku divê 'X û W' wek 'V û K' bên nivîsin. 
 
Ji bo xwendekaran cezayê dîsîplînê
 
Zimanê Kurdî ku çavkaniyên wê yên nivîskî bi sînorin, tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê bi kevneşopiya dengbêjan û klaman heta îro hatiye. Jinên Kurd li dijî asîmîlasyonê berxwe dan û rolek mezin lîstin.  Ciwanên Kurd yên xwestin bi zimanê xwe perwerdê bibînin, têkoşîn dan.  Di 2001'ê de li Zanîngeha Stenbolê li fakulteyên cuda bi sedan xwendekarî serî li rektoriyê da û daxwaz kirin ku dersa Kurdî ya hilbijarte bê vekirin. Di encama serlêdanan de lijneya dîsîplînê ya zanîngehê têkiliya gelek xwedekarî ji zanîngehê birî û der barê gelekan de jî cezayê dîsîplînê birî.
 
Daxwaza zimanê dayikê 'azadiya fikr û ramanê'
 
Xwendekarên îtîrazê biryarê kirin doz vekirin û dadgehê  biryra rawestandinê da.  Daxwaza xwendekaran ya tazmînatê hat redkirin û piştî biryarê xwendekar vegeriyan dibistanê.
 
DMME'ê Tirkiye mahkum kir
 
Xwendekaran ji bi biryara redkirinê ya tazmînatê jî di 2007'an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.  DMME'ê serlêdan nirxand û cezayê dîsîplînê yê li xwendekaran hatiye birîn  wek binpêkirina maf bin av kir û Tirkiye 500 Euro tazmînatê mahkum kir.
 
 Li zanîngehan û dibistanan qurs hatin vekirin
 
Tevî ku DMME'ê Tirkiye mahkum kir jî daxwaza perwerda zimanê dayikê nehat cihanîn.  Xwendekaran di navbera xwe de qurs ava kirin û li zanîngehan xwendekaran, li taxan zarok û mezinan li qursan Kurdî hîn kirin.
 
Ji bo 6 xwendekarî 35 sal ceza
 
Xwendekarên dest ji israra xwe ya Kurdî bernedan,  li her derê têkoşîna xwe dan.  Di 25'ê Kanûna 2008'an de TRT6 (Şeş) ya bi kurdî weşanê dike  dest bi weşanê kir. 6 roj beriya televîzyon vebibe di 16'ê Kanûna 20082an de  ji bo 6 xwendekarên ji ber di 2001'ê de ji bo perwerda zimanê daxwazname dabûn rektoriyê dihatin darizandin ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ve 36 sal û 6 meh ceza hat birîn. Ceza di 19'ê Kanûna 2008'an de ji aliyê  9'emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
 
Şaredariyên DBP'ê kreşên pir zimanî vekirin
 
Ji navbera salên 2000'î şûnde ji aliyê şaredariyên BDP û DBP'ê ve kreşên pir zimanî hatin vekirin.  kreşan eleqeyek mezin dît.  Bi hezaran zarokên Kurd nivîskar û dengbêjin Kurd nas kirin.  KCD'ê di 2011'an de bi daxwaza zimanê dayikê  di du mehan de mîlyonek û  100 hezar daxwazname kom kir û dan Serokê Komîsyona Daxwaznameya TBMM'ê Yahya Akman.
 
Kurdî-Der û Ferzad Kemanger hatin girtin
 
Di 11'ê îlona 2016'an de bi tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê kreş û dibistanên Kurdî hatin girtin.  di 14'ê îlona 2014'an de Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger hat girtin.