Gelê helebê li pey berxwedana serdemê ye
- 18:05 20 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Şêniyên Helebê û Efrînê li navenda navçeya Meydankê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Ii ser Efrînê, meşek lidar xistin.
Îro vê sibê şêniyên Helebê û Efrînê berê xwe dan navenda navçeya Meydankê ku li gundên wê yên li ser sînor şerên giran rû didin.
Piştî ku gel gihîşt Meydankê, şêniyên navçeyê bi coş ew pêşwaz kirin û paşê bi hev re meşek lidar xistin.
Meş ji daketina navçeya hate destpêkirin.
Meşvanan al û sembolên Rojava û Bakurê Sûriyê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakiribûn.
Meşvanan bê navber dûrişmên "Silav ji berxwedana Efrînê re", "Ji dagirkeriya tirk re na" û "Efrîn ne bi tenê ye" beriz dikirin.
Meş li qada navenda navçeyê veguhrî mîtîngê. Li vir Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê Daliya Henan axivî û berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê silav kir û bixêrhatina gelê Helebê kir.
Li ser navê gelê ereb ê taxên rojhilatê Helebê Emîne Receb axivî û û got; "Em hatin vir ji bo ku em li gel gelê xwe yê Efrînê bin. Em destûr nadin ku artêşa tirk Efrînê dagir bike."
Piştî mîtîngê, gel berê xwe da navçeya Şera û ji wir jî berê xwe da navenda Efrînê.








