Pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn
- 16:49 20 Sibat 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê 52 pakrewanên azadiyê bi bîr anîn.
Li Navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê Saziya MalbatêN Şehîdan 52 pakrewanên azadiyê bi bîr anîn. Navenda Çand û Hûnerê ya ku bîranîn lê hat lidarxistin bi wêneyên pakrewanên azadiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şervanên azadiyê, li ser navê Saziya Malatên Şehîdan Şêrîn Ebdê û fermandara YPJ'ê Milîtan Dêrik axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser tekoşîn û berxwedana gelê kurd û nirxên şehîdan ê pîroz. Her wiha di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.
Bîranîn bi dirûşma " Şehîd Namirin" bi dawî bû.








