Ji Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana 732'an

  • 15:44 20 Sibat 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevli vê serlêdanê cara 732'emîn e ku parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztuzun ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 732 carin parêzer ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê didin. 
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 731 serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî xerabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin redkirin.