Rizgarkirina jinên Êzidî didome
- 14:32 20 Sibat 2018
- Rojane
Nedîma Şemo/Ehlam Hecî
ŞENGAL - Rizgarkirina jinên Êzidî ya ji aliyê QSD'ê didome. Zînê Esmaîl Xwedêda û zarokê wê Hîna Ebas her wiha birayê wê Eîdan Ebas ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Kesên ku hatin rizgarikirin ji aliyê TAJÊ radestî malbata wan hat kirin.
DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kiribû û gelek jin û zarokên Êzidî dîl girtibûn. Gelek jin û zarok bi saya QSD'ê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn. Dîsa jina bi navê Zînê Esmaîl Xwedêda û zarokê wê Hîna Ebas her wiha birayê wê Eîdan Ebas jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Kesên ku hatin rizgarikirin ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) radestî malbata wan hat kirin.
Zînê Esmaîl Xwedêda diyar kir ku wan gelek zehmetî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê kişandine û wiha got:"Di destpêkê de ez ji QSD'ê re spas dikim ku me ji destên çeteyan xelas kirin. Ez vê yekê tucar ji bîr nakim û ez ê her dem mînettarê QSD'ê bim. DAÎŞ'ê dema ku êrîşî me kir jin û zarok revandin ên mêr jî gelek jê kuştin. Telefon û pereyên me ji me girtin û me li Tilefarê hepsî dibistanekê kirin. Rojê tenê carekê xwarin dida me, gef li me dixwarin û îşkence li me dikirin."
Hîna Ebas jî anî ziman ku DAÎŞ'ê bi zorê nimêj bi wan dida kirin û wiha got:"Her dem li me didan û gef li me didan xwarin. Digotin hûn bi ya me nekin em ê we bikujin. Yên hewl didan birevin ew dikuştin. Nedihiştin em bi zimanê xwe biaxivin û li ber çavên me mirov dikuştin. Ez ji QSD'ê re gelek spas dikim û gelek kêfxweş im ku ji destên çeteya hatim rizgarkirin."
Her wiha li ser navê Tevgera Jinên Azad (TAJÊ) Qîmat Xwedêda axivî û wiha got:"Divê têkoşîna me ya li dijî çeteyan her dem dewam bike û em hêza xwe xurtir bikin ku careke din em bi qirqirineke bi vî rengî rû bi rû nemînin. Em ê bi hêz û îradeya xwe ya xurt êdî nehêlin ku kesek zilm û zextan li Êzidiyan bikin."
Henîfa Ebas jî axivî û wiha got:"Em hêvî dikin ku careke din ferman bi ser me Êzidiyan nê û em her dem azad bijîn. Divê em ji bo azadiya xwe berxwe bidin û hêza xwe mezintir bikin."








