Tê payin ku Ayla Akat Ata bînin edliyeyê
- 13:23 20 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Tê payin ku Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ya ku do hat binçavkirin di nava rojê de bînin edliyeyê.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata do serê sibehê li ber mala xwe hat binçavkirin. Tê payin ku îro piştî ku karê li Muduriyeta Emniyeta Amedê biqede wê bînin Edliyeya Amedê. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komara Ardahanê derbarê Aylayê de bi hinceta ku di 2015'an de di axaftineke xwe de "Propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tê payin ku Aylayê bi rêya SEGBIS'ê îfadeyê bide dozgererê ku derbarê wê de lêpirsîn vekiriye.








