Meclisa Malbatên Şehîdan Konferans li dar xist!
- 10:42 20 Sibat 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê 5'emîn Konferansa xwe li dar xist.
Li Navenda Çand û Hûnerê ya Waşûkanî ya Bajarê Serêkaniyê Saziya Malbatên Şehîdan 5'emîn Konferansa xwe li dar xist. Salona ku konferans lê hat lidarxistin bi wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatibû xemilandin.Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê Kongireya Star a Bajarê Serêkaniyê Selwa Xetîb axivî. Selwayê konferansa 5'emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan pîroz kir û wiha got:"Em weke Kongreya Star bejna xwe li ber malbatên şehîdan ditewînin û em Konferansa 5'emîn a Meclîsa Malbatên şehîdan li we hemûyan bîroz dikin. Em ê weke hevala Baran û Zîlan her tim li hemberî dijminan têbikoşîn. Şehîd tenê ne yên malbata xwe ne, ew yê hemû miletên kurd in. Ji ber ku wan rihê xwe fidayî axa vî walatî kirine. "
Paşê jî perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê şehîdan de ji hêla mamoste Fatma Mihemed de hatin xwendin. Rapora Maclîsa Malbatên Şehîdan ji aliyê Ermen Zixeyir ve hat xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.
Piştî axaftin û niqaşan Meclisa nû ya malbatên şehîdan hat hilbijartin û 8 jê jin bi giştî 17 kes bûn rêvberên Meclisa Malbatên Şehîdan.
Konferans bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.








