Esra Arsan: Çapemeniya alîgir şîdetê kûr dike
- 09:40 20 Sibat 2018
- Rojane
STENBOL - Prof. Dr. Esra Arsan diyar kir ku weşanên li gorî gotinên desthilatdariyê nûçeyan çêdikin û ji şîdetê re xizmetê dikin hene û got civak ji vî rihê nexweşiyê ku çapemenî tê de ye, ancax bi zimanê aştiyê dikare derkeve.
Prof Dr. Esra Arsan der barê zimanê çapemeniya Tirkiyeyê ya demên dawî bi kar tîne de nirxandin kir û diyar kir ku zimanê çapemenî bi kar tîne ‘zimanê şîdetê ye’ û rewşa ku civak anînê jî ‘nexweşiya vî rihî ye’. Esrayê anî ziman ku ji bo rewşa normal pêk bê divê zimanê aştiyê bê avakirin. Esrayê wiha berdewam kir: “Şehîdbûn, gazîbûn, ji bo welat jiyana xwe fedakirin, li dijî mirinê têkoşîn, hezkiriyên xwe hiştin, lê beyî teredut çûyîna ber bi mirinê. Ev mînak hemû ji destpêka dagirkirina Efrînê em dibînin. Yên di şer de jiyana xwe ji dest dane leşkerên ciwan yên ‘wêrek’, ‘rihên têk naçin’ in. yên wan dikujin jî ‘kalleşin’. Lê gelo ev şer çima heye? Ev şer hewce dike? mafdare? Hewcebû ev ciwan bimrin? Mixabin bersiva van pirsan tine.”
Esrayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser xebatkarên çapemeniyê û wiha got: “Xebatkarên çapemeniyê yên jiyana wan ne di xetereyê de ye, li ofîsên xwe yên Enqere, Stenbolê manşetên ku mirin û şîdetê pîroz dikin davêjin. Bêguman ji vê asta çapemeniyê para desthilatdariyê gelek mezine. Manşetên rojnameyan ji gotinên rayedarên fermî pêk tê.”
‘Li zimanê çapemeniyê yê her du deman binêrin’
Esrayê destnîşan kir ku çapemeniyeke serbixwe dikare di çareseriya pevçûnan de rola bi bandor bilîze û got: “Tirkiye demek kurt rojên çareserî û aştiyê dît. Li zimanê çapemeniyê yê wê demê binêrin aktoran çawa didin nasîn. Çawa behsa aştî û wekheviyê dikin. Çawa behsa rojên xweş dikin. Dema mirov li her du deman dinêre cudahî bi awayekî zelal tê dîtin. Heman çapemenî, heman xebatkar, lê îro zimanê şer bi kar tînin.”
‘Yên pesnê aştiyê didin ceza dikin’
Esrayê bi lêv kir ku di civakê de dijminahiya li dijî kurdan û newekhevî bilind bûye û got ev rewş gelek xeter e û wiha pê de çû: “Bi taybet di çapemeniya civakî de zimanê nefretê yê şîdetê zêde dikin û pîrozkirina şer zêde bûye. Kesên pesnê aştiyê û çareseriyê didin jî tên cezakirin û dikin dijmin.”
Esrayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ewil divê desthilatdarî di daxwaza aştiyê de samîmî be. Divê çapemenî ji bin desthilatdariyê derkeve. Divê ji gel re vebêje ku şer ji kesî re tiştekî nayne. Divê zimanê nûçeyan ê li heqîqetê digere ava bike. weşanên li gorî gotinên desthilatdariyê nûçeyan çêdikin û ji şîdetê re xizmetê dikin hene. Civak ji vî rihê nexweşiyê yê bi çapemeniyê re tê de ye, ancax bi zimanê aştiyê dikare derkeve.”








