Zimanê Kurdî îsal jî 21’ê Sibatê bi qedexeyan pêşwazî dike

  • 09:01 20 Sibat 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Kurd îsal jî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ku di 21’ê Sibata 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat qebûlkirin, bi qedexeyan pêşwazî dikin. Piştî îlankirina OHAL’ê hikumeta AKP’ê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a perwerdeya zimanê Kurdî dida, girt. Hîndekara ziman Roza Metîna polîtîkayên yekparêz ên hikumeta AKP’ê nirxand û diyar kir ku armanc ev e ku nifşekî yekziman bigihînin. 
 
Ji aliyê UNESCO'yê ve di 21’ê Sibata 1999’an de Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat qebûlkirin û îsal li Kurdistanê bi qedexeyan tê pêşwazîkirin. Li gelek welatên cîhanê gel 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi awayekî azad bi zimanê xwe pîroz dikin û li Tirkiyeyê hîna Kurdî di bin asîmîlasyonê de ye. Li Tirkiye ya ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn, hîna Kurdî tune tê hesibandin. Dewlet ji bo zimanê Kurdî bê jibîrkirin hemû derfetên xwe seferber dike. Di qeydên dadgehê de Kurdî hîna wek zimanê ‘X’ yanî zimanê nayê zanîn derbas dibe. Dibistanên zimanên Kurdî yê ji aliyê şaredariyên DBP’ê ve hatin vekirin jî hatin girtin. Bi talîmata Hikumeta AKP’ê ku her carê dibêje pirsgirêka wan bi Kurdî re tuneye, dibistana Ferzad Kemanger a di 14’ê Îlona 2014’an de li Amedê hat vekirin û bi zimanê Kurdî ders dida hat girtin. Dibistana ku 238 xwendekarên wê hebûn di 9’ê Cotmeha 2016’an de bi biryara Walîtiya Amedê û Midûriyeta Perwerdeyê ya Navendê ve hat morkirin. Piştî vê mamosteyên di kreşên ‘Zarokîstan’ yên perwerdeya Kurdî didan û sala borî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû vekirin jî bêyî hincet di 21'ê Sibata 2017'an de ji kar hatin avêtin. 
 
Yek ji mamosteya Zarokîstanê ku ew jî bê hincet ji kar hat avêtin nivîskar Roza Metîna ye. Rozayê bi lêv kir ku li Zarokîstanê ne tenê bi zimanê Kurdî, bi gelek zimanan perwerde dihat dayin û daxuyakirin ku armanca ji kar derxistinê jî ev e ku nifşekî yekziman bigihînin. 
 
'Di pêşketin û jiyîna zimanê dayikê de rola jinê girîng e' 
 
Rozayê balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û anî ziman ku dema kes bi zimanê xwe diaxivin xwe di aliyê derûnî de jî baş hîs dikin. Rozayê di berdewamiyê de got Kurd xwedî rabûrdûyek gelek dewlemend in û balkişand ser rola jinan a di axaftin û jiyandina zimanê dayikê de. Rozayê ev tişt anî ziman: “Em dikarin bêjin ku di mijara ziman de jinên ku sekna bi biryar û zelal nîşan didin hene. Zarok asta ewil a ziman ji lorînên dayikên xwe dibihîzin, hîn dibin. Di belavbûna ziman û axaftina ziman de rola jinê pir girîng e. Ev jî ji rêxistineke baş a nav malbatî pêk tê.” 
 
‘Yên îdia dikin ku pirsgirêka wan bi Kurdî re tune, destpêkê êrîşî Kurdî kirin’ 
 
Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ziman, çand û huner girêdayî hev in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ziman, çand û huner dişibe kevirên domîno. Bi hev re girêdayîne. Divê hemû bi hev re bê parastin. Dema mirov li çar parçeyên Kurdistanê dinêrin, zimanê Kurdî di bin zextê de ye. Em dikarin Bakurê Kurdistanê ji bo vê mînak bidin. Bi taybet di bin OHAL’ê de Kurdî rastî zext û astengiyên mezin tên. Zarokîstan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin. Li wir ne tenê bi Kurdî, bi zimanên Tirkî û Îngilîzî jî ders dihatin dayin. Yên îdia dikin ku pirsgirêka wan bi Kurdî re tuneye, ewil cihên perwerdeya bi zimanê Kurdî hedef digirtin.” 
 
‘Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Rozayê balkişand ser rola Zarokîstanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd di têkoşîna parastina zimanê xwe de her tim rastî zehmetiyan tên û hîna jî ev zext û zordarî berdewam dikin. Zarokîstanê jî ji zimanê dayikê re xizmet dikir. Bi vê re jî bixwebawerbûna zarokan pêş diket. Zarokan di her qada jiyanê de xwe azad didîtin. Piştî qeyûm mamosteyên Zarokîstanê ji kar avêt, derûniya zarokan xera bû.” 
 
Rozayê her wiha gotina Celalet Elî Bedrixan a weke ‘Zimanê dayikê wek av û axê ye’ bibîr xist û diyar kir ku divê ew jî xwedî li av û axa xwe derkevin. Rozayê bang li hemû malbatan kir ku axaftinê, bi zimanê xwe bidin jiyîn.