Dilê Helebê û Efrînê bûn yek!
- 17:05 19 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Şandeyeke ji gelê Helebê piştî astengiya duh rojan berê xwe dan Efrînê û bi gelê Efrînê re hevdîtineke bi wate kirin.
Girseya gel a ku li Meydana Şehîdan a li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê civiyan û ji bo piştgiriya Efrînê bi rê ketin gihaştin Efrînê. Gihaştina gelê ku ji Helebê hatin Efrînê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de alên Tevdemê, Ala PYD'ê şaxên zeytûnan hatin hilgirtin.
Mîting bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Li ser navê TEV-DEM'ê E Mustefa Hesen, li ser navê Kongreya Star Fatma Lekto û li ser navê Federaliya Bakurê Sûriyeyê Xelîl Şêxo axivî. Di axaftinan de hat gotin ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê bi ser keve û dê gelê Efrînê dest ji axa xwe bernedin.








