Di encama êrîşên li ser Efrînê de zarokek hat kuştin
- 16:01 19 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - TSK gundên Terendê yê 2 kîlometre nêzî bajarê Efrînê û gundê Basûtê yê 4 kîlometre nêzî bajarê Efrînê bombe dike. Li gundê Basûdê di bombebaranê de zarokê 13 salî Heysel Belaho jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn.
Şerê TSK'ê yên li dijî Efrînê di 20'ê Çileyê de dabû destpêkirin di roja 31'an de berdewam dike. TSK û komên girêdayî wê 31 roj in bi tank, top û balafiran êrîşî Efrînê dike. Ajansa Nûçeyan a Sûriye (SANA) 3 roj berê ragihand ku TSK'ê li Efrînê çekêm kîmyewî bikar anîye. Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrîn a navenda Efrînê Ciwan Mihemed jî 3 roj berê bilançoya sivîlên kuştî û birîndarên aşkere kiribû. Ciwan, diyar kiribû ku di bombebaranan de li Efrînê 170 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 460 sivîl jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê û nûçeyên ANHA, TSK'ê îro jî li gundê Terendê ya 2 kîlometre nêzî navenda Efrînê ye topbaran kirin. Di topbarana hêj jî berdewam dike de piraniya wan zarok û jin gelek kes birîndar bûn. Li gunde Basûtê ya 4 kîlometre rojavayê başurê navenda Efrînê jî topbaran kir. Di topbarana berdewam dike de zarokê 13 salî Heysel Belaho jiyana xwe ji dest da û 8 sivîl birîndar bûn. Li aliyê din hat diyar kirin ku TSK'ê herêma Cindirêsê û navçeya Mabata ji topbaran dike. Balafirên şer ên TSK'ê jî herêma Raco û gundê Etmane bombe kir. Dîsa gundê Kobela û kampa Rûbar topbaran kir.








