Desteya Perwedeyê derbarê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da
- 15:54 19 Sibat 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê û gundewarên wê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî li Peymangeha Cegerxwîn a Taxa Xerbî hat dayin. Bi dehan mamoste û xwendekarên Peymangeya Cegerxwîn û bi sedan gel beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxwuyanî ji aliyê Cigîra Hevseroka Desteya Perwerdeyê Ferîda Îbrahîm û Endama Desteya Perwedeyê ya Kantona Cizîrê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de peyama têkoşîna hevpar hat dayin û wiha hat gotin:"Êrîşên li ser Efrînê bi têkoşînek bê hempa tê pêşwazîkirin. Hemû pêkhateyên li Efrînê bi yek rihî li dijî van êrîşana berxwe didin. Ev êrîşên ku li dijî nexweşxane, goristan, dibistan û her derê Efrînê tê kirin dê bi ser nekeve."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîşên li dijî Efrînê li dijî mirovahiyê ye û wiha dewam kir:"Em weke Desteya Perwerdeyê û fêrkirinê li herêma Cizîrê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê şermezar dikin û ji hêzên navneteweyî dixwazin ku vê bêdengiya bi guman bişkînin û ji bo sekinandina vî şerî biryarên lezgîn bidin."
Daxuyanî bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.








