Zarokan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
- 14:17 19 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi sedan zarokên Herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daketin qadan û gotin em dixwazin bi awayekî azad lîstikên xwe bilîzin.
Bi dirûşma "Bombebarana Erdogan zarokên Efrînê dikujin" Komîtiya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Efrînê meş li dar xist.
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zarokên ku di encama êrîşên Dewleta Tirk de hatibûn kuştin hat hilgirtin. Her wiha pankartên bi nivîsên"Ji bo Barîn Kobanê tolhildan", "Zarokên Efrînê nekujin" hat hilgirtin.
Meş ji Dewara Newrozê dest pê kir, bi dirûşma "Bijî berxwedana serdemê" heta riya nexweşxaneya Avrînê bi daxuyaniyek ji raya giştî re bi dawî bû.
Daxuyanî ji aliyê xwendekar Zeynel Ebdîdin, bi zimanê Kurdî, ji aliyê xwendekara bi navê Xalîde Abêd ve jî bi erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû cîhan li gor xalên parastina mafên zarokan ên navneteweyî tev bigerin û zarok êdî neyên kuştin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku tu mafê kesî tuneye ku xeyalên zarokan nîvco bihêle û azadiya wan ji destên wan bigire.








