Kongreya Star derbarê êrîşên li ser Efrînê de daxuyanî da
- 14:08 19 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Kongreya Star li pêşiya Navenda Mabata ya navçeya Kantona Efrînê ji bo êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama berdewamiya berxedana Efrînê hat dayin.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dewam dike. Kongreya Star derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyanî da û ragihand ku kêliyên a niha tê jiyîn wê ji berxwedana cîhanê re bibe mînak.
Daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê Bêrîvan Heyder ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şerê ku li Efrînê tê kirin şerê hebûn tunebûnê ye û hat gotin ku dê serkeftin a Gelê Efrînê be.
Her wiha di daxuyaniyê de peyama berdewamiya berxwedanê hat dayin û wiha dewam kir:"Em ê hemû planên ku li ser Gelê Kurd tê lîstin vala derxin û berxwedana xwe berdewam bikin. Banga me ji hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ew e ku li dijî van êrîşana derkevin û erka xwe ya mirovatiyê bînin cih.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Serdemê", "Bijî YPJ, YPG, QSD", "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.








