Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata hat binçavkirin
- 13:01 19 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, li Amedê hat binçavkirin. Nehat hînbûn ka Ata ji ber çi hatiye binçavkirin.
Polisan serê sibê Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, li Amedê binçav kir. Nehat hînbûn ka Ayla ji ber çi hatiye binçavkirin. Ayla, di 30'yê Cotmeha 2016'an de jî hatibû girtin û ji doza ku derbarê wê de 95 sal ceza dihat xwestin de, di 4'ê Gulana 2017'an de bi şertê venêrîna edlî hatibû berdan.








