'Efrîn xeleka berxwedanê ye'
- 10:11 19 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Tîma Firtûne ku ji şervanên YPJ'ê pêk tê, derbarê êrîşên li ser Efrînê de bi lêv kirin ku hêza rêxistina Gelê Kurd berxwedana serdemê ronî dike û gotin:"Efrîn xeleka berxwedanê ye dê neyê teslîmkirin."
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ketin roja 31’emîn. Li Efrînê heta niha 170 sîvîlî jiyana xwe ji dest da û 460 sîvîl birîndar bûn. Derbarê êrîşên li ser Efrînê Tîma Firtûne pêyama girîngiya parastina axa xwe dan. Tîma Firtûne ya ku ji aliyê YPJ'ê ve piştî şehadeta Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hat avakirin, diyar kirin ku bi berxwedana Efrînê dê serdemek nû dest pê bike û serkeftin dê ya Gelê Efrînê be.
'Axa Efrînê bereketa aştiyê ye'
Endam û şervana Tîma Firtûne ya bi navê Avaşîn Efrîn diyar kir ku armanca wan şikandina êrîşên dagirkeriyê ye û wiha got: "Em li ser tolhildana hevalên xwe yên şehîd ava bûn. Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên kurdan ji dest wan bigire lê em destûrê nadin vê yekê. Em ê heta dawî berxwe bidin. Axa Efrînê bereketa aştiyê ye, kes nikare dagir bike."
'Parastina gelê me, erka me ye'
Şervana YPJê Avaşîn şerê Efrînê weke şerê man û nemanê pênase kir û wiha pê de çû: "Ji bo parastina destkeftiyên gelê me û gelê Rojhilata Navîn erkek li ser milê me ye, em jî bi wê erkê rabûne. Zarokên Efrînê tên qetilkirin, parastina wan zarokan erka me ye. Heta niha me berxwedaneke mezin meşandiye, ev berxwedana me jî dijmin ditirsîne."
'Çawa ku DAÎŞ têk çû yên ku êrîşî Efrînê dikin jî dê têk biçin'
Endamek din a Tîma Firtûne şervana bi navê Ozgur Heleb jî got ku armanca dewleta tirk tunekirina kurda ye û wiha domand: "Dewleta Tirk dizane ku Gelê Kurd serkeftinên baş bi dest xistiye loma naxwaze kurd bibe xwedî statu. Loma Kurd hedef tên girtin. Em bi vîna xwe ya bi hêz şer dikin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Hevalên wekî Barîn û Avesta hêza me ne, hêza berxwedana jinê ne. Bila bizanibin ku bi hezaran jinên ku dikarin bi îradeya xwe ya bi hêz şer bike, hene. Çawa ku DAÎŞ têk çû yên ku êrîşî Efrînê dikin jî dê têk biçin."
Endama Tîma Firtûne Xwînda Welat hestên xwe wiha anî ziman: "Dijmin nikare li hember me bisekine. Em li ser xeta ser xeta Arîn, Avesta û Barînan dimeşin."
'Em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin'
Avaşîn Efrîn di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin, me çawa heta niha parastin kiriye, bi heman şêweyê em ê berdewam bikin. Ew kesê ku ji bo qetilkirina gelê me were em ê jî bersiveke bi hêz bidin wan. Şervan û gel yek in."








