Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ji bo TOKÎ’yê dixwaze gel îqna bike

  • 09:44 19 Sibat 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Wezareta Bajarvaniyê û Hawirdorê, ji bo gel, TOKÎ’yên li Nisêbînê tên çêkirin qebûl bikin, pereyê kirê yê dida gel biha kir.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê piştî pevçûnan hilweşîna xistin meriyetê şûnde, dest bi TOKÎ’yan hat kirin û niha ber bi dawiyê ve diçe. Gelê Nisêbînê ku malên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin, ji sedî 70’ê wan hîna ji bo xaniyan îmze neavêtine. Ji bo van malbatan Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê komîsyona lihevkirinê kir dewrê û berê jî malbatên TOKÎ qebûl nekirin û îmze neavêtin, pereyê kirêya wan birî bû. He roj ji bo malbatan peyam hat şandin û ji bo îqnakirinê serî li her rê dan. Niha ji bo îqnakirinê pereyê kirê ya didan malbatan ji 745’an derxistin 830 TL’yî. 
 
‘Em ê qebûl nekin’ 
 
Li navçeya ku çêkirina xaniya hat asta dawî, aliyê derve yên TOKÎ’yan û hundirê wan temam bû. Ofîsa Veguhestina Bajarvanî ya ji bo malbatan îqna bike serî li her rê didin, çare bi zêdekirina pereyê kirê ya didin malbatan dît. Malbatan bi lêv kir ku ew TOKÎ’yan qebûl nakin û gotin wê derbarê mijarê de fikrên wan neguhere.