Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: Em rastî madeyên kîmyewî hatin
- 16:08 18 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê bi civîneke çapemeniyê derbarê encama şer û bandora li ser tenduristiya civakê de agahî dan. Meclîsê diyar kir ku Tirkiye di şerê li dijî Efrînê de maddeyên kîmyewî bi kar anîye.
Şerê TSK'ê yê li dijî Efrînê di 20'ê Çileyê de dabû destpêkirin di roja 30'an de berdewam dike. Duh ajansa Nûçeyan a Sûriye (SANA) ragihand ku TSK'ê li Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîye. Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê têkildarî çekên kîmyewî û encama şerê li Efrînê civîna çapemeniyê pêk anî. Meclîsê, piştrast kir ku TSK'ê di 16’ê Sibatê de li dijî welatiyên gundê Erendê ya navçeya Şiyê ya Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîne.
Di civînê de Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê Dr. Xelîl Sebrî daxuyanî da û bal kişand ser geşedanên dawî. Xelîl diyar kir ku TSK li ser gel sînoran nas nake û wiha got: “Piştî mehekê ji hovîtiya TSK'ê û çeteyên girêdayî wê hê jî hovîtiya xwe berdewam dikin. Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî hovîtiya li dijî welatiyên Efrînê tê wateya ku ew jî di van hovîtiyan de hevkar in. Tevî vê yekê welatiyên herêma Efrînê bi lehengî li hemberî dagirkeran li ber xwe didin. "
'Çekên qedexe bi kar tînin'
Xelîl, anî ziman ku TSK li dijî welatiyên sivîl hemû teknolojiya leşkerî û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û wiha got: 'Piştî ku artêşa dagirker li hemberî berxwedana serdemê nikaribû pêşve were, asta hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêmê zêde kir û çekên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa dagirker a Tirkiyeyê piştî ku çekên kîmyewî li dijî welatiyan bi kar anîn, derbasî qonaxeke nû ya binpêkirina nirx û pîvanên navnetewî dibe. Ev yek tê wateya ku hikumeta Erdogan bi zanebûn terora dewletê bi hemû rêbazan li dijî gelê me dide meşandin."
Bang li rêxistinên navneteweyî kir
Xelîl herî dawî bang li rêxistinên navneteweyî kir û wiha got. "Ji ber vê piştî van buyerên di vê derbarê de, em bang li hemû saziyên navnetewî yên peywendîdar û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku lêpirsîneke navnetewî û serbixwe di derbarê bikaranîna Tirkiyeyê ji çekên kîmyewî re bidin destpêkirin. Em amade ne di vê derbarê de bi van aliyan re hevkar bin da ku karibin nimûneyan ji diyardeyên bikaranîna çekên kîmyewî werbigirin û lêpirsînên xwe bidin destpêkirin. Em bang li hemû sazî û hêzên navnetewî yên demokrasîxwaz dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî li hemberî van hovîtiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê rabin. Em bang li Netewên Yekbûyî dikin ku civîneke awarte li dar bixe û vî şerê hovane li dijî welatiyên Efrînê rawestîne. Hovîtiya artêşa dagirker bandoreke neyînî li hemû aliyên jiyana welatiyan kir û bi hezaran welatiyên herêmê neçar man ji gundên xwe koçber bibin, nemaze piştî ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi zanebûn mal û milkên welatiyan armanc digirin û beşekî mezin ji binesaziya xizmetguzarî ya herêmê bi çekên giran û balafiran armanc girtin. Her wiha gelek şûnwarên kevnar ên herêmê hilweşandin. Em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û bi erkên xwe rabin.”








