Rojnamevan Elîf Çetîner û Melîke Ceyhan hatin binçavkirin
- 16:00 18 Sibat 2018
- Rojane
STENBOL - Midûra Berpirsyara Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Elîf Çetîner û nûçegihan Melîke Ceyhan di dema şopandina nûçeyê de li taxa Haci Ahmet a Beyogluyê û hatin binçavkirin.
Midûra Berpirsyara Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Elîf Çetîner û nûçegihan Melîke Ceyhan di dema şopandina nûçeyê de li taxa Haci Ahmet a Beyogluyê ya Stenbolê, têketina taxê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan di GBT’ê de kontrola nasnameya Elîf û Melîke kirin û piştre ew binçav kirin. Êlîf û Melîke birin Qereqola Polîsan a Kasimpaşayê. Hinceta binçavkirina Elîf û Melîke nehat zanîn.








