Alîkariya Jinên Efrînê ya ji bo şervanan didome

  • 15:41 18 Sibat 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
 
EFRÎN - Jinên Efrînê ji destpêka şer heta niha bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin. 
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ket roja 30'emîn. Jinên Efrînê ji destpêka şer heta niha bi keda destên xwe, bi çêkirina xwarinê alîkariya şervanan dikin. Jinên ku bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin wiha gotin:"Em feyzê ji berxwedanê digirin. Berxwedana me dê bidome."
 
Endama Jinên Ciwan Têkoşîn Tolhildan derbarê êrîşên li ser Efrînê diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û wiha got:"Armanca dewleta tirk ew e ku kurdan tune bike. Lê jinên têkoşer ew ê destûrê nede ku kes axa wan dagir bike. Hêviya me berxwedana me ye em ê xwedî li hêvî û berxwedana xwe derkevin. Çimkî em bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin."
 
Dê Berxwedana Serdemê bi ser bikeve
 
Herî dawî Têkoşîn Tolhildan wiha got:”Em tu caran neheqiyê qebûl nakin. Bi îrade û vîna gelê kurd berxwedana serdemê wê bi ser keve."