14 şervanên li Efrinê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
- 15:24 18 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi sedan ji şêniyên herêma Efrînê 14 berxwedêrên azadiyê bi merasîmekê oxir kirin.
Bi sedan ji şêniyên Herêma Efrînê 14 şervanên ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dabûn oxir kirin. Şervanên ku jiyana xwe ji dest dan 7 jê yên YPG’ê, 2 jê yên YPJ’ê, 3 jê yên Erka Xweparastinê û 2 jê yên Hêzên Asayîşê bûn. Şervanên ku jiyana xwe ji dest dan, ji pêşiya nexweşxaneya Avrînê hatin wergirtin û piştre jî hatin oxirkirin.
Di merasîmê de hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclîsa Malbetên Şehîdan û bi sedan ji şêniyên herêmê tevlî bûn.
Şervanên ku jiyana xwe ji dest dan bi dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê", "Bijî berxwedana Efrînê" û " Şehîd namirin" li Goristana 'Şehîd Avesta' hatin oxirkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Rêveberiya Xweser Hêvîn Reşîd, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelîl axivîn.
Di axaftinê de sersaxî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji malbatên şervanan hat xwestin û wiha hat gotin:”Erdogan digot derdora 3 rojan de em ê Efrînê dagir bikin lê belê ev bû 30 roj in dewleta Tirk derbasî axa Efrînê nebûye. Heta ku şervanên YPG-YPJ’ê li çeperan şer û berxwedana xwe dewam bikin wê kesek nikaribe têkeve axa me."
Merasîm bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Şehîd namirin " bi dawî bû.








