Mêr ê kiryarê tacîza zayendî hîn nehatiye girtin

  • 11:28 18 Sibat 2018
  • Rojane
STENBOL - Mêrê ku li Zeytînbûrnûyê jinek heta ber mala wê şopand û tacîza zayendî lê kir hîn nehatiye girtin.
 
Xwendekara zanîngehê ya li Zeytînbûrnuya Stenbolê roja Înê dema ku ji zanîngehê derket ji aliyê mêrekî ve heta malê hat şopandin û bi tacîzê rû bi rû ma. Xwendekara zanîngehê mafê xwe yê rewa bi kar anî û qêriya bi vî awayî êrîşkar reviya û welatiyên di avahiyê de derketin derve. Mêrê ku reviya hîn nehatiye dîtin.
 
Şopandin û revandina ji avahiyê yê êrîşkar ji qamerayên ewlehiyê jî hat eşkerekirin û jina ku bi tacîzê rû bi rû ma çû ji polîsan re êrîşkar gilî kir. 
 
Mêrê êrîşkar hîn nehatiye girtin.