Êrîşên li dijî qirqirina siyasî: Nikarin tu kesî wiha bidin sekinandin

  • 10:19 18 Sibat 2018
  • Rojane
ENQERE - Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî operasyonên girtin û binçavkirinan ên li dijî HDP'ê dan û gotin:"Nikarin tu kesî wiha bidin sekinandin. Em li dijî zextan serî natewînin."
 
Berî 3'emîn kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek kes hatin binçavkirin û girtin, endamên Meclîsa Jinê yên HDP'ê Ayşe Berktay û Aysel Guzel bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku coş û tevlîbûna mezin a kongreyê îktidar ne rehet kir. 
 
'Em îro kongreyekê  çêbikin dê hîn qelebax be'
 
Ayşe Berktay anî ziman ku îktadarê bersiva coş û tevlîbûna kongreyê bi operasyonên girtin û binçavkirinê da û got:"Hûn çi dikin bikin em ê di rêya ku em tê de ne dewam bikin. Binçavkirin perçeyek ji zext û çewisandinê ye. Îro kongreyek din çê bibe dê hîn qelebalix be."
 
'Em bersiva zextan bi bilindkirina têkoşînê bidin'
 
Ayşeyê anî ziman ku helwesta herî rast ew e ku mirov bersiva zextan bi bilindkirina têkoşînê bide ye û got:"Dixwazin tenê xwe wekî hebûneke pîroz nîşan bidin. Loma divê em bersiva zextan bi bilindkirina têkoşînê bidin."
 
'Em li dijî zextan stûyê xwe xwar nakin'
 
Endama Meclîsa Jinê Ayşe Guzel jî anî ziman ku ji bo kongreyê tevlîbûnek xurt çêbûye û vê yekê îradeya xurt a gel derxistiye holê û wiha got:"Îktidarê ev tevlîbûna tehemul nekir. Gelek caran HDP'yî dihatin binçavkirin lê ev binçavkirinên herî dawî ji bo valaderxistina kongreyê bû. Di encama binçavkirin û girtinan de zihniyetek yekreng û neyarê jinê derdikeve holê. Em li dijî zextan stûyê xwe natewînin."