Psîkoterapîstê dewletê:Ji bo perwerdeyê hat peywirdarkirin, lê ji nîjadperestiyê wêdetir neçû

  • 10:00 18 Sibat 2018
  • Rojane
EDENE - Psîkoterapîstê di bin bana Midûriyeta Perwerdeyê de ji bo malbatên zarokên li dibistanên seretayî dixwînin, perwerdeya hişmendiyê bidê şandin dibistanan, li şûna perwerdê bide, bazirganiya pirtûkên xwe yên nivîsîbû kir û li dijî sewal û gelan gotinên nîjadperest kir.
 
Di bin bana Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Edeneyê de ji Navenda Pêşxistina Baldarî ya Terapiya Malbatê psîkoterapîstek  ji bo malbat û zarokên kêmasiya wan a baldariyê heye şandin dibistanên seretayî. Malbatên li ser daxwaza psîkoterapîst çûn dibistanê, li şûna perwerdeyê bigirin, bi tiştekî din re rû bi rû man û psîkoterapîst bazirganiya pirtûka xwe  û hîndekariya ol kir.
 
‘Beraz sewalekî nebaş e’
 
Li Edeneyê hema hema ji bo her dibistana seretayî ya dewletê psîkoterapîst hat şandin. Malbatan diyar kir ku psîkoterapîstên hatine li şûna li ser mijdara baldariya zarokan bisekinin, reklama pirtûka xwe dike. Malbatan da zanîn ku psîkoterapîst gelek pirtûkên bi xwe re aniye difroşe û gotin: “Gelo dibistan wek bazirganxane tên bikaranîn.”
 
Malbatan her wiha diyar kir ku ji bo xêzefîlmê Maşa û Koca Ayi jî gotiye ‘ew fîlm yê Israîlê ye, di wir de dixwazin berazê di ola me de heram e bi zarokên me bidin hezkirin. Ola Israîlê tuneye. Em destûr nedin vê yekê û em fîlmên Israîlê bi zarokên xwe nedin temaşekirin.’ 
 
Malbatekê destnîşan kir ku dixwaze nîjadperestiyê bi wan û zarokên wan bidin empozekirin û wiha got: “Her tim ji me re digot ‘ nimêjê, kuranê fêrî zarokê xwe bikin’. Ev jî têr nekir, xwestin em çand û nîjadan ji zarokên xwe re wek nebaş nîşan bidin. Ev bernameyek hişmendîkirinê ya çawa ye gelo? Em bi awayekî aşkere dawetî nîjadperestiyê kirin.” 
 
‘Ji bo semînerê 50 TL’
 
Malbatê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji wan re hatiye gotin ku broşurên testan ên ji bo zarokan hatine amadekirin jî ger neyînî bên, wê semîneran pêk bînin û ji bo semînera wê pêk bê jî serî kesî wê 50 TL bê dayîn.