ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 18 Sibat 2018
  • Rojev
*Jinên kedkarên perwerdeyê diyar kirin ku şer tê wateya mirin û hilweşînê û wiha gotin: “Em cudabûnan, çandên cuda, li dijî nasnameyan rêzdarî û parastina mafê jiyanê  fêrî xwendekarên xwe dikin. Di hawirek wisa de pêkanîna vê jî êdî zehmet e. Şert û merc tuneye.” BI DÎMEN
 
*Meral Daniş Beştaş êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê nirxand û wiha got: “Dema mijar dibin Kurd, her kes berjewendiyên xwe esas digire. Lê êdî wê polîtîkaya parçekirin-birêvebirinê bi ser nekeve. Wê Kurd destûrê nedin vê yekê." BI DÎMEN
 
*Eşe Gungor a li dijî cîhaneke  ku her kes hepsê mal û karê wan kirine, derket gera cîhanê û wiha got: “Çem bê pasaport behrê derbas dike. Divê mirov jî wek çeman bûna.” BI DÎMEN
 
*Psîkoterapîstê di bin bana Midûriyeta Perwerdeyê de ji bo malbatên zarokên li dibistanên seretayî dixwînin, perwerdeya hişmendiyê bidê şandin dibistanan, li şûna perwerdê bide, bazirganiya pirtûkên xwe yên nivîsîbû kir û li dijî sewal û gelan gotinên nîjadperest kir. BI DÎMEN
 
*Bendava Koçalî ya çêkirina wê didome wê 5 gundên Elewî di bin avê de bihêle. Welatiyan derbarê mijarê de gotin: “Dixwestin me Kurd û Elewiyan bi kana madenê ya  li gund avakirine bikujin. Lê bi ser neketin. Niha jî dixwazin me bi bendavê bikujin.” BI DÎMEN
 
*Derhênera Weşana Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Ragîhandinê ya Jinan a Melkisa Difire Selen Dogan diyar kir ku yek ji sedemên herî mezin ya şîdet, taciz, tecawiz û kuştinên jinan zêde dike, çapemenî ye û got nûçeyên tên serwîskirin di zelakirina fikran de rolek girîng dilîze.
 
*Jinên Ermenî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku dê Efrîn bi berxwedana xwe û yekîtiya gelan bi ser bikeve.