Kongra Star ji bo jinên Ereb civînek li dar xist
- 17:01 17 Sibat 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star bi armanca avakirina kesayeta jina azad a ereb civînek li dar xist.
Têkiliyên Dîplomasî yê Kongera Star bi armanca avakirin û pêşxistina kesayeta jina Ereb civînek li dar xist. Li gundê Erîşa yê girêdayî bajarê Til Temirê derbarê mijara jin û siyasetê her wiha destkeftiyên jinê yên di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, civînek li dar xist.
Endamên RêveberiyaTêkiliyên Dîplomasî yê Kongra Star Elya Oglo û Ebla Dawê tevî bi dehan jin li civînê amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Elyayê di civînê de axivî û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de jin pêşenga civaka xwe bû, lê kêlî bi kêlî mêrê xwediyê hişmendiya desthilatdar desthilatdariya xwe da rûniştandin. Di civakê de yên desthilatdar dixwazin bibêjin ku siyaset ji jinê re nabe, lê siyasetmedara herî mezin jin e. Jin dizane ku çi bike û çi neke, çi ji bo civaka wê baş be, wê dike. Zarokan li ser exlaqekî baş mezin dike ango rêvebera jiyanê jin e."
Elyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha li ber çavan e ku jinê xwe di her beşên civakê de daye isbatkirin. Hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasetê de jin serkeftî ne. Niha bi hezaran jinên siyasetmedar hene û li deverên mîna Bakurê Kurdistanê têne binçavkirin, çima? Ji ber ku li cîhanê xwedî bandor in. Tevî wê jî tu kes nikare hêza jinê bişkîne. Ez bang li jinên Ereb dikim ku ew jî xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin, kesayeteke xwe ya azad ava bikin û xwe ji koletiyê xilas bikin."








